ENKSê salvegera 6an ya şehîdbûna pêşmerge Se'îd Eynê vejand

ENKSê salvegera 6an ya şehîdbûna pêşmerge Se'îd  Eynê vejand

PDK-S: Encûmena xwechî ya Dêrkê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê salvegera 6an ya şehîdbûna Se'îd Ehmed Se'îd Eynê vejand.

Roja Şemiyê 30. 01. 2021, encûmena xwechî ya Dêrkê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê bi beşdarbûna hemû endamên encûmena xwechî ya ENKSê û malbata şehîd salvegera 6an ya şehîdbûna Eynê vejand.

Serokê encûmena xwechî ya ENKSê Elî Ibrahîm bavê Dijwar gotinek li ser şehîd û pakrawanan û berevaniya wan di ber xaka Kurdistanê de pêşkêş kir.

Herweha malbata şehîd jî tekez kirin, ku wê li ser rê rêbaza wefadariyê ji welat re berdewam bin.