Şandên Hizbî ji bo pîrozbahîkirinê serdana Eqîd Dilovan Robarî dikin

Şandên Hizbî ji bo pîrozbahîkirinê serdana Eqîd Dilovan Robarî dikin

PDK-S: Şandên Hizbî ji bo pîrozbahîkirinê serdana fermandarê giştî yê pêşmergeyên Leşkerên Roj dikin, û hêviya serkeftinê jêre dikin.

Şanda Domîz ya Partiya Demuqrata Kurdistan -Sûriya bi serokatiya Mihemed Elî endamê polîtbîroya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya serdana Eqîd Dilovan Robarî fermandarê giştî yê pêşmergeyên Leşkerê Roj kir , û pîrozbahiya wergirtina postê lê kirin û hêviya serkeftinê jêre xwestin.

Ji aliyê xweve şandeke rêxistina Domîz ya Partiya Yekîtiya Kurdistanî Sûriya serdana fermandarê giştî yê Leşkerê Roj kirin û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nûde kirin.

Herweha şandek ji rêxistina Zaxo ya Partiya Demokrata Kurdistanê bi serokatya Elî Goda serdana Eqîd Dilovan Robarî kir û pîrozbayî lê kirin. .