Qamişlo… Şandeke Yekîtiya Jinên Kurdistan-Sûriya serdana navenda Rêxistina Asûrî ya Demokratîk kir

Qamişlo… Şandeke Yekîtiya Jinên Kurdistan-Sûriya serdana navenda Rêxistina Asûrî ya Demokratîk kir

PDK-S: Roja Şemiyê 30.09.2023, şandeke şaxê Qamişlo ya rêveberiya Yekîtiya Jinên Kurdistan - Sûriya, serdana baregeha Rêxistina Asûrî ya Demokratîk li bajarê Qamişlo kir.

Şande bi serokatiya Ariya Cumaa serkirdeya Yekîtiya Jinên Kurdistana - Sûriya bû, û ji aliyê Endama Emîndariya Giştî ya Rêxistinê û Berpirsa Nivîsgeha Jinan Sara Barsûm, Berpirsa Komîteya Jinan Avlîn Goewriyê, endama Komîteya Jinên Suryanî Samira Dinho û endama Komîteya Jinên Suryanî Leyla Cebrû ve hat pêşwazîkirin.

Di civîn herdû aliyan tekezî li ser berdewamkirina hevdîtinan di navbera her du aliyan de kirin.