Daxuyaniyek ji nivîsgeha rêxistina Hewlêrê ya PDK-S derbarê cejna Newrozê

Daxuyaniyek ji nivîsgeha rêxistina Hewlêrê ya PDK-S derbarê cejna Newrozê

PDK-S: Nivîsgeha rêxistina Hewlêrê ya Partiya Demuqrata Kurdistan –Sûriya PDK-Sê giştnameyek derbarê ahengên cejna Newrozê belavkir.

Nivîsgeha rêxistina Hewlêrê ya PDK-Sê di giştnameya xwe de ragehand, ku ji ber rêgiriyê li belavbûna vayrosa Koronayê û biryarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, biryar hate standin, ku ahingên cemawerî ji bo cejna Newrozê nayên ildarxistin.

Herweha nivîsgeha rêxistina Hewlêrê ya PDK-Sê cejna gelê kurd pîroz kir û serbarkir, ku her kes ji cihê ku lê dimîne agirê cejna Newrozê vêxe, û derkevin di nav sirûştê de û rênemayên xweparastinê ji vayrosa Koronayê li berçav were girtin.