Xwecihiya Rojava ya ENKSê civîna xwe li dar xist

Xwecihiya Rojava ya ENKSê civîna xwe li dar xist

PDK-S: Xwecehiya taxa rojava ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, civîna xwe li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê lidar xist, têde dawîn pêşhate li ser asta Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir.

Malpera ENKSê belav kir, ku di civînê de, beşdarbûyan, çawaniya berferhkirina karê xwechiyan di nav gel de behis kir, herweha ameje bi karê hersê xwechiyên Hilêliyê, M'hid, û Rojava kir.

Di vê derbarê de Beşîr Mihemed, cîgirê serokê xwechiya rojava ji heman malperê re da zanîn ku civîna wan normal bû, têde çendîn bûyer, û pêşhateyên Rojavayê Kurdistanê behis kir, Li ser asta rêxistinî jî wekû Beşîr Mihemed daye diyarkirin, lidarxistina merasîmên bûne û helkeftên meha Adarê hat nirxandin.