Hikûmeta H.Kurdistanê daxwaza alîkariyan bo penaberên Sûrî yên li H.Kurdistanê dike

Hikûmeta H.Kurdistanê daxwaza alîkariyan bo penaberên Sûrî yên li H.Kurdistanê dike

PDK-S: Wezîrê navxoya hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pêncemîn konfiransê Biroksil ji bo pêşeroja Sûriyê daxwaz ji civaka Navdewletî kir, ku bihtir alîkariya penaberên Sûrî ewên ku niha li Herêma Kurdistanê neştecîne bike.

Rêber Ehmed wezîrê navxoya hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser rûpela xweya taybet li tora civakî ya Tûyter belavkiriye, ku rêjeya 40% ji penaberên Sûrî di nava kampan de neştecîne, û di sikterên perwerde û civakî de azadin, û ji karta tendrostî sûdmendin.

Herweha Rêber Ehmed got , tevî qeyrana darayî ya ku li Herêma Kurdistanê û xelkê wê kiriye, salane hikûmeta Herêma Kurdistanê bihtir ji 147 melyon dolar ji bo piştevanîkirina mana derbider û penaberên Sûrî li Herêma Kurdistanê xerc dike.