Kesayetiya kurd perwer Hacî Remedan koça dawî kir

Kesayetiya kurd perwer Hacî Remedan koça dawî kir

PDK-S: Roja Sêşemê 13. 04. 2021, Kesayetiya niştîmanî û kurd perwer Hacî Remedan li Rojavayê Kurdistanê koça dawî kir.

Kesayetiya kurd perwer Hacî Remedan ji daykbûyê sala 1930 ye ji gundê Tilêlûn yê ser bi Dêrka Rojavayê Kurdistanê ve ye û di dest pêka salên şêstî de tevlî rêzên Partiya Dîmuqrata Kurdistan- Sûriya bû, û heta ku roja koça xwe ya dawî jî kir li ser rêbaza Barzaniyê nemir bû.