Xebatkarekî PDK-Sê koça dawî kir

Xebatkarekî PDK-Sê koça dawî kir

PDK-S: Roja Înê 30 , 04. 2021, Xebatkar û kesayeta niştîman perwer û endamê Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, Elî Hesen Xelîl ji herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê koça xwe ya dawî kir.

Di sala 1962 de tevlî refên partî bûye xebatkar Elî Hesen Xelîl endamekî çalak bû û li ser alava nivîsandinê ya partî kardkir herweha di sala 1972 de beşdarî di kongirê p Partiya Demuqrata Kurdistan, ku li devera Hac Umran ya başûrê Kurdistanê hate lidarxistin kir.

Di kongir de 12 kesayetî ji xebatkarên tefgera kudrî li Roavayê Kurdistanê hatin helbijartin da ku, bi bavê netewa kurd re Mela Mustefayê Barzanî hevdîtnekî girê bidin xebatkar Elî Hesen Xelîl yek ji wan her dwazde kesayetên hatin hilbjartin bû.

Elî Hesen bavê Ednan mala xwe li Şama paytexta Sûriyê weku bargeheke partî lêvegrbû, ku dergehê malê ji bo hemî xebatkar û kurd perweran vekrîbû.

Xebatkar Elî Hesen Xelîl ji hundê Holîlo yê navçeya Raco ya herêma Efrînê ye û neşteciyê Şama paytexta Sûriyê bû û li Şamê koça xwe ya dawî kir.