Itîlaf: Biryara Biden di demeke girîng de hat

Itîlaf: Biryara Biden di demeke girîng de hat

PDK-S: Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Opozisyona Sûriyê di daxuyaniyekî de got ku biryara Joe Biden ya dirêjkirina dema rewşa awarte ya niştîmanî di demeke girîng de hat.

Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Opozisyona Sûriyê daxuyaniyek belavkir têde behsa biryara serokê Amerîka Joe Biden ya derbarê dirêjkirina rewşa awarte ya nistîmanî li Sûriyê kir, û got ku ew biryar di demeke girîng de hat da ku tekez bike, ku Amerîka bi helwêsta xwe li beramberî rêjîmê pabende û dibîne rêjîm jêdera terorîste û gefê li ser ewlehiya netewî û ya abûrî û siyaseta derve dirust dike.

Herweha Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Opozisyona Sûriyê di daxuyaniyê de serbarkir û got, ku ev biryar weku nameyekî ye ji aliyên Navdewletî re yên ku dixwazin peywendiyên xwe bi rêjîmê re vegerînin, dê rastî sepandna szayan wern... Di dawya daxuyanyê de Hevpeymanya Niştîmanî behsa giringiya rola Amerîkî di piştevaniya gelê Sûriyê kir.

Koşka Spî di daxuyaniyek belavkir têde hat, ku ji ber reftarên rêjîmê û siyaseta wê û hewlên rêjîmê ji bo bidestxistina çekên kîmawî û bikaranîna wê herweha piştevaniya rêxistinên terorîst weku gefeke ne normale li ser ewlehiya Netewî û siyasî ya derve û abûriya Wîlayetên Yekgirtî û ji ber vê yekê jî serokê Amerîka Joe Biden biryar da ku rewşa awarta ya niştîmanî ta saleke din dirêj bike.