Li Lubnanê rêgirî li meşeke piştgir ji serokê rêjîma Sûriyê re hate kirin

Li Lubnanê rêgirî li meşeke piştgir ji serokê rêjîma Sûriyê re hate kirin

PDK-S: Hevdemî vekirina dergehên balyozxaneyên Sûrî li welatên herêmî û Ewropî bo dengdan li ser hilbjartinên serokatiya rêjîma Sûriyê, penaberên Sûrî yên ku li Lubnanê dimînên meşek piştgir ji Beşar Esed serokê rêjîma Sûriyê encamdan .

Medyaya Lubnanî ragehand, ku hejmarek alîgirên Beşar Esed li devera Conye li Lubnanê meşek piştgir bo serokê rêjîma Sûriyê encam dan û têde alîgirên serokê rêjîma Sûriyê wêneyên Beşar û ala rêjîmê bilind kirin lê ew meşa piştgir rêgirî lê hate kirin ji aliyê ciwanên Lubnanî ve û rê ne dan wan, ku meşa xwe berdewam bikin, û wêneyên Beşar yên, ku hatbûn bilindkirin hatin qetandin herweha ala rêjîmê û siloganên hatbûn bilindkirin jî anîn xwarê.