Desteya Danûstandkara Sûriyê hilbijartinên Serokatiyê red kir

Desteya Danûstandkara Sûriyê hilbijartinên Serokatiyê red kir

PDK-S: Desteya Danûstandkara Sûriyê hilbijartinên serokatiya Rêjîma Esed red kir, û got ku ev hilbijartin ne şer'î ne .

Roja Sêşemê 25. 05. 2021, di rêya tûytekê de desteya danûstandkara Sûriyê derbarê hilbjartinên serokatiya Sûriyê ragehand, ku her hilbijartinek ji derveyî çarçoveya biryara Encûmena Ewlehiya Navdewletî 2254 , û ji derveyî çarçoveya destûreke nû ji bo Sûriyê werne li darxistin ne şer'îne.

Herweha desteya danûstandkar got, ku armanc ji van hilbijartinan dirêjkirina êş û azarên gelê Sûriyê ye , û herweha reve ji berpirsyaretiyên niştîmanî û biryarê Navdewletî.