Peyama Serok Barzanî ya ji bo helkefta 45. salvegera Şoreşa Gulan

Peyama Serok Barzanî ya ji bo helkefta 45. salvegera Şoreşa Gulan

Peyama Serok Barzanî ya ji bo helkefta 45. salvegera Şoreşa Gulan
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Şoreşa Gulan ezmûneke dewlemendê berxwedan û xwe rêkxistin û rabûna gelê Kurdistanê ye. Li rewşa piştî şikest û koçberî û li bin guvaşên cûr bi cûrên neyarên gelê Kurdistanê karî bi planeke têr û tije û baweriyeke bi hêz ya şoreşa Gulanê destpêbike. Şoreşa Gulan ew peyam bû ji bo hemû nehez û neyarên gelê Kurdistanê ku ji bilî hebûna pîlangerî û gef û bihêza neyaran û astengiyên cûr bicûr, gelê Kurdistanê îradeya xebat û rûbirûbûna zulm û neheqiyê heye û xebat û têkoşîna xwe ji bo qadên rastî ku axa pîroza Kurdistanê veguheze.

Şoreşa Gulan hilgirê peyam û armancên şoreşa Eylûlê û berdewamiya hemû şoreşên berê yên Kurd bû û ji bo hemû neyaran jî da xûyakirin ku îradeya azadîxwazî û şoreşgeriya Kurd tu demekê naşikê.

Şoreşa Gulan roja 26.05.1976 bi yekem çalakiya Pêşmerge li Hacî Omeran destpêkir û Seyid Abdulla yekem şehîdê vê çalakiya destpêka şoreşa Gulan bû. Li 45. salvegera destpêkirina şoreşa Gulanê da bi bilindî bîranîna hemû şehîdên şoreşa Gulan û şehîdên Kurd û Kurdistanê dikîn. Tekez jî li wê yekê dikîn azadî û destkeftên gelê Kurdistanê li sayeya xwîn û qurbanîdana şehîdên me pêkhatiye. Li vê bîranîna pîroz da pêzanînên min ji bo xebat û keda wan hemû têkoşer û qehremanan heye ku li xebata Pêşmergayetî û hizbî û xebata nihênî ya li nav bajar û li koçberî û derbederiyê de rola wan li şoreşa Gulanê da hebûye û qurbaniyê dane û ji bo gelê xwe bûne cihê şanaziyê.

Mesûd Barzanî
26.05.2021