Qamişlo... ENKSê pêşwaziya Yekîtiya Suryanî kir

Qamişlo... ENKSê pêşwaziya Yekîtiya Suryanî kir

PDK-S: Li nivîsgeha Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ya li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, îro 26ê Gulana 2021ê, serkirdeyatiya ENKSê pêşwazî li şandeke serkirdeyatiya partiya Yekîtiya Suryanî kir.

Di vê derbarê de Mihmeme Ismaîl, endamê desteya serokatiya ENKSê ji ARKê re ragihand: Şandek ji serkirdatetiya partiya yekîtiya Suryanî seredana nivîsgeha ENKSê kir, ji aliyê serkirdayetiya ENKSê ve hate pêşwazîkkrin.

Navbûrî da zanîn: Herdu aliyan çendîn mijar û babetên girêdayî bi rewşa Sûriyê, û pêşhateyên dawiyê gotûbêj kirin, hewreh çawaniya pêşxistina têkilî û peywendiyan navbera kurdan û suyraniyan gengeş kir.

Di wê hevdîtinê de ji bilî Mihemed Ismaîl her yek ji Silêman Oso, Nimet Dawûd û Fêsel Yûsiv, endamên desteya serokatiya ENKSê amede bûn.