Xwecihiya ENKS ya Rojava civînek li dar xist

Xwecihiya ENKS ya Rojava civînek li dar xist

Duh (6.3.2019), bi amadebûna serokê Ofîsa karobarên encûmenên xwecihi yê ENKSê , Mihsin Tahir, navenda rojava ya encûmanên xwecihî ya Encûmana Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKLSê), civîna xwe li navçeya Ebu rasên kir.

Navenda rojava ya encûmanên xwecihî yên ENKS li bajarê(Hesekê, Kobanê, Serê kaniyê , Ebu rasên û Til temer) , civîna xwe ya asayî li navçeyya Eburasên kirin û dicivînê de , gelek mijar û rewiş hatin şirovekirin , mîna mîkanîzma çawenîya vejandina boneyên heyiva Adarê bigiştî û cejna Newrozê û rewşa komên filklorî jî hatin bas kirin.

Di civînê de, serokê encûmenên xwecihî , Mihsin Tahir, bi dêrêjahî li ser rewşa siyasî û nûhitirîn guhertinên siyasî li Sûriyê rawesta.

Mîna hevdîtnên Serokatiya ENKSê û Komîta Peyiwendiyên derve yê Encûmanê û Hevpeyimaniya Navdewletî li Kobanê û Şandeyê serokê Emerîkî Cîmis Cêfirî li Hewlêrê û Balyozê Holendî li Istenbolê.

Herwiha rewşa Rojhlatê Çemê Feratê û Sînariyoyên pêşbînî kirî û awaên çareseriya siyasî li Sûriyê û lehevtêkiştnên navdewletî piştî nemana DAI'Şê .

Rewşa 'Efrînê , Êş û azarên Milletê Kurd li 'Efrînê û binpêkirinên derheqa Mlletê 'Efrînê tê kirin ji aliyê Mîlîsyayên Çekdar ve, mîna kuştin û revandin , dizî û talan kirin, eve beşekî din yên civîna ENKSê bû .

Xwecihyên ENKS yên navenda rojava , bejdarbûna nûnerîn ENKSê wek pilatformeke serbixwe di Desteya Danûstandkara Opozsyona Sûriyê de, û rola Serok Mes'od Barzanî jbo piştevaniya Kurdên Sûriyê û Tevgera Kurdî li Kurdistana Sûriyê bi baş û erînî wesf kirin û cihê dilxweşî û keyifxweşiya wan e .