Bereya Aştî û Azadiyê li gel Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanî - Sûriya civiya
PDK-S: Li bajarê Qamişlo şandeke Bereya Aştî û Azadiyê seredana Bereya Aştî û Azadiyê şaxê Qamişlo kir û hevdîtneke encam da.
Roja Duşemê 31 Gulana 2021an, şandeke ofîsa pêwendiyên Niştîmanî ya Bereya Aştî û Azadiyê, ku her yek ji Ekrem Hisên hevrêzkarê ofîsê û,Qiryaqis Gewriyê, û Ebid Elbarî Xelef endamên ofîsa Pêwendiyên Niştîmanî seredana Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan- Sûriya li şaxê Qamişlo kir, û pêşhateyên dawiyê li Rojavayê Kurdistanê û hejmarek doseyên din girêdayî Sûriyê û deverê û dozên siyasî hatin gengeşekirin.
Şanda Bereya Aştî û Azadiyê ji aliyê endam û serkirdayetiya Yekîtiyê, ku her yek ji Luqman Yûsif cîgirê serokê Yekîtiyê û, Şemis Enter seroka şaxê Qamişlo ya Yekîtiyê , Fêsel Qadirî, Baran Barafî û Nayif Cibîro endamên şax yên Yekîtiyê ve hate pêşwazîkirin .
Herweha di seredanê de şanda Bereya Aştî û Azadiyê li ser pirogram û bernameya xwe ya siyasî û sedemên damezrandina Bereyê û gavên paşerojê ku bere bi niyaze bike axfî.
Herweha di hevdîtinê de çareseriya siyasî li Sûriyê û binpêkirinên girûpên çekdar li Efrînê û guhertina Demugrafî hatin gotubêjkirin.