Raporta siyasî ya PDK-S a meha Eylûna 2020 derket

Raporta siyasî ya PDK-S a meha Eylûna 2020 derket

PDK-S: Partiya Dîmuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê raporta xwe ya siyasî ya meha Eylûna 2020an derxist û hejmarek doseyên giring girêdayî rewşa Kurdistana Sûriyê û deverê gengeşe dike.

Di raporta xwe de PDK-Sê behsa liv û tevger û siyaseta Rûsya , Amerîka , Îran û Tirkiyê û destwerdana wan di Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê her weha rewşa Herêma Kurdistanê û pêşhateyên dawiyê dike .

Danûstandinên di navbera ENKSê û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî de li Rojavayê Kurdistanê û astengiyên li pêş serkeftina wan û rewşa Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî û binpêkirinên berdewam di dermafê gelê kurd de aliyekî din yê raporta PDK-Sê ne, ku li ser wan mijar û doseya rawestyaye.

PDK-Sê di raporta xwe de piştevaniya xwe ya berdewam ji bo serkeftina wan danûstandinan û di rêya ENKSê re li gor xizmeta yekrêziya kurdî tekez kir.

Herweha ENKSê dê di kar û hewlên xwe de ji bo b bi dawîanîna azarên miletê kurd li deverên hatine desteserkirin berdewam be ta ku çareseriyek jêre were dîtin.