Prof. Knyaz Ibrahîm Mîrzoyev Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê peyamek pîrozbahiyê arasteyê YNKS kir
Prof. Knyaz Ibrahîm Mîrzoyev Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê peyamek pîrozbahiyê arasteyê YNKS kir
Xwîşk û birayên rêzdar
Dem baş
Ez çendekî li Almanyayê, bajarê Kolnê mam, min demekî xweş digel dost û hevalan derbas kir, di nav wan de berpirsiyar û serokê nûneratiya Ewropî ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê , û me bi germî hev pêşwazî kir.
Ez agahdar bûm ku kongirê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê YNKS wê li roja Înê lidar bikeve, ji ber vê yekê ji dil kongir li tev nivîskar û gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê pîroz dikim, û hilbijartina kak Luqman Yusif û kak Nayef Cibîro ji bo serokatiya Yekîtiyê pîroz dikim, her wisa pîrozbahiya kak Sabrî Rasûl berpirsyarê Nûneratiya Ewropa dikim, ku serdana min kir û me digel yek gelek mijarên germ gotûbêj kirin, di nav de kar û xebata ji bo bihêzkirina têkiliyên di navbera kurdan de û avakirina yekîtiyek giştî ya nivîskaran ji bo doza netewî ya kurd, ji bo azadî, yekbûn û serxwebûna gelê kurd.
Her weha her alozîyekî li hember Herêma Kurdistanê şermezar û rûreş dikim, ku divê em pirsgirêkên xwe bi diyalogê li ser masa gotûbêjê çareser bikin, ji ber ku em yek gel û yek milet in, doza me yek e, û armancên me yek in, û nabe ku em bikevin di bin bandor dagîrkeran de û avê berdin li ser coya aşê dijmin û neyaran, em bi hev bi hêz û qewet in, û li her deverê hêza me heye, ez carek din kongirê we pîroz dikim.
Silav û rêz
Prof. Knyaz Ibrahim Mirzoyev
Serokê Federasyona Navneteweyî ya Kurdên Sovyeta Berê û Serokê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê.
12/6/2021