PDK-Sê şehîdbûna kadirê xwe Emîn Qoşo di encama topbarankirina PKKê de li ser Efrînê ragihand

PDK-Sê şehîdbûna kadirê xwe Emîn Qoşo di encama topbarankirina PKKê de li ser Efrînê ragihand

PDK-S: Baregeha serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê şehîdbûna kadrekî PDK-Sê di encama topbarankirina PKKê de ji bajarê Efrînê re ragehand .

Roja Şemiyê 12. 06. 2021, baregeha Herêma Kurdistanê ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê şehîdbûna kadirê PDK-Sê xebatkar Emîn Qoşo endamê encûmena şax ya PDK-Sê û karkerê benckirinê li nexweşxaneya Dêrsim a Efrînê û şehîdbûn û birîndarkirina bi dehan sivîl di encama topbarankirina bajarê Efrînê de ji aliyê PKKê ve ragihand û got , ku PDK-Sê dê şîna Qoşo li ofîsa rêxistinî ya PDK-Sê li Hewlêrê bike û pêşwaziya mêhvan û kadir û endamên PDK-Sê roja Yekşemê ji demjimêr şeşê êvarê bike.

Herweha serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ya PDK-Sê bi vê boneya xemgîn sersaxî ji xwe û hemî endam û kadirên PDK-Sê û malbata şehîd Qoşo û hemî şehîdên din re û hêviya silametiyê ji birîndaran re xwest.