Desteya Serokatiya ENKSê simînerke giftûgoyî li gel hejmarek ji rewşenbîr û siyasetmedaran li Elmaniyayê lidar xist

Desteya Serokatiya ENKSê simînerke giftûgoyî li gel hejmarek ji rewşenbîr û siyasetmedaran li Elmaniyayê lidar xist

PDK-S: Li Elmanyayê desteya serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê simînareke giftûgoyî lidarxist.

Semînar ji aliyê her yek ji Silêman Oso endamê desteya serokatiya ENKSê û Ebdulkerîm Hacî serokê nûneratiya Ewropayê ya ENKSê û hejmarek ji endamên wê di rêya onlayin hate pêşkêşkirin.

Di semînarê de hejmarek ji rewşenbîr û siyasetmedaran û kesayetên niştîmanî yên giringiyê didin warê siyasî û li Elmanyayê dimînin beşdar bûn.

Endamê desteya serokatiya ENKSê Silêman Oso behsa berdewamiya kirîza Sûriyê hevdemê destêwerdana Navdewletî û herêmî, amedekariyên ku têne kirin ji bo lidarxistna kongirê çarem yê ENKSê kir, qonaxên pêşketina danûstandinên Kurdî Kurdî û berdewamiya binpêkirin û guhertina dîmografî li her yek ji Serê Kanyê Efrîn û Girê Spî û peywendiya ENKSê bi opozsiyonê re bi giştî û hevpeymaniya Niştîmanî re btaybetî hate kirin.

Piştire hejmarek ji pirsyaran ji aliyê amedebûyan ve hate kirin.