Serokê ENKSê seredana nûnertiya H.Kurdistanê ya ENKSê kir

Serokê ENKSê seredana nûnertiya H.Kurdistanê ya ENKSê kir

PDK-S: Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê seredana nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê kir.

Şandek ji ENKSê bi serokatiya Siûd Elmela serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û endametiya Fêsel Yûsif endamê desteya serokatiya ENKSê û Siyamend Haco endamê nivîsgeha peywendiyên derve ya ENKSê seredana nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê kir.

Di civînê de serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ronahî xiste ser mijarên girêday bi rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa Kurdî bi taybetî li ser astên Herêmî û Navdewletî .

Herweha behsa danûstandinên di navbera herdû aliyên kurdî kudrî de hate kirin û tekezî li ser pêwîstiya piştevaniya Bereya Aştî û Azadiyê kir, ji bo pêşxistin û berferehkirina wê.

Di dawiyê de jî karê nûneratiyê di warê pêşkêşkirina xizmetguzariyên sereke ji penaberên Rojavayê Kurdistanê re bi hemahengî li gel aliyên fermî di hikûmeta Herêma Kurdistanê de hate kirin.