Serok Nêçîrvan Barzanî bi pêkhateyên Kurdistanê re civiya

Serok Nêçîrvan Barzanî bi pêkhateyên Kurdistanê re civiya

PDK-S: Li berdewamiya serdan û civînên li gel pêkhat û aliyên siyasiyan da, îro çarşem 30.06.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê û Enkawa serdana her yek li Fraksiyona Çaksaziya Turkmenî, Encumena Gelê Kildanî Siryanî Aşûrî û Hevpeymaniya Yekîtiya Neteweyî kir ku ji komek partî û aliyan û rêxistinên siyasî û rewşenbîrî û civakî pêkhatibûn.

Li civînan da ku birêz Mistefa Seyîd Qadir Cîgirê Serok amade bû, rewşa Herêma Kurdistanê, amadehî û rola pêkhatan li proseya siyasî û Hikûmet û kargêrî û jiyana giştî da, proseya nivîsîna destûr ya ji bo Herêma Kurdistanê û pirsa maf û taybetmendiya pêkhatên neteweyî û oliyan, kêşe û daxwaziyên wan, rewşa pêkhatan li navçeyên maddeya 140 ya destûr bi taybetî li Deşta Nînowa û rewşa siyasiya Iraqê bi giştî, hatin gutfûgo kirin.

Pêkhatan ji bilî xistinerûya daxwazî û nêrîn û têbîniyên xwe yên di derbarê tevahiya pirsan û destûrê ve, xweşhaliya xwe ji bo piştevaniya Serok Nêçîrvan Barzanî ya li mafên wan de nîşan dan û piştgîriya xwe ji bo hewl û hengavên wî yên bi navê tebayî û yekrêziya di navbera pêkhat û hêz û aliyên siyasiyên Kurdistanê û aramiya siyasî da dûpat kirin. Her wiha amadehiya xwe ji bo hemû hevkariyek nîşan dan û tekez li ser wê yekê kirin ku destûra Herêma Kurdistanê welatîbûnê bi bingeh bigre û maf û taybetmendiyên neteweyî û olî biparêze.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li wê yekê kir ku Turkmen û Mesîhî bi Kildanî Siryanî Aşûrî ve, pêkhatên dêrîn û resenê neteweyî û olî yên Kurdistanê ne û roleke wan ya diyar li xebata azadî û binyatnan û pêşxistin û parastina Kurdistanê da heye û Kurdistanîbûn me hemûyan komdike, her wiha wan piştrast kir ku taybetmendiya neteweyî û olî li humkiranî û destûrê li ber çav tê girtin û berdewam kar dikin bo ku firehî û kultûra pêkvejiyanê, hevdû qebûlkirin û lêborîniya li navbera tevahiya pêkhatên Kurdistanê da bê kûrtir kirin.

Malpera fermî