Encûmena Niştimanî ya Kurdî êrîşa terorîstî ya Moskoyê şermezar dike

Encûmena Niştimanî ya Kurdî êrîşa terorîstî ya Moskoyê şermezar dike

PDK-S: Emîndariya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî di daxuyaniyekê de tawanên terorîstî yên li Moskoyê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê hatiye, ku Roja Înê, 22ê Adara 2024an, hêzên terorîst êrîşkirin ser şahiyan li holeke mûzîkê li derdora bajarê Mosko paytexta Rûsyayê, û tawaneke hovane pêk anîn û di encamê de 133 kes hatin kuştin û dibe ku jimara wan zêdetir bibe.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi tundî vê kiryara terorîstî ya li dijî sivîlên bêguneh şermezar dike û sersaxiyê dide Rûsyayê, gelê wê û malbatên qurbaniyan, hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwaze, herwiha tekezî li ser Hevgirtina hevpeymaniya navdewletî di rûbirûbûna teror û terorîstan de dike.