Çekdarên PYDê 3 endamên PDK-Sê revandin

Çekdarên PYDê 3 endamên PDK-Sê revandin

PDK-S: Îşev 17ê Tîrmeha 2021ê, 3 endamên Partiya Demoqrata Kurdistan _ Sûriya ji Qamişlo û derdora Dêrikê ji aliyê PYDê ve hatin revandin, ta niha tu zaniyarî li ser wan tune ne.

Çekdarên PYDê, beriya demeke kurt endamê Desteya Rawêjkariya Partiy Demoqrata Kurdistan - Sûriya Mihemed Deham Eyo li bajarê Qamişlo revand, beriya wê jî du revandibûn.

Ji bilî Eyo, çekdarên PYDê endamê encûmena şaxî ya Partiy Demoqrata Kurdistan - Sûriya li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê revand.Herweha li gundê Abirê yê ser bi navçeya Çil Axa ya Dêrikêve, heman çekdaran, endamê encûmena herêmî ya Partiy Demoqrata Kurdistan - Sûriya Mihemed Ehmed Salih revand.

Li gorî jêdera ARKê tu agahî û zanyarî li ser tune ne, û tometên li ser wan hatine sepandin ne diyar in.

Her di vê çarçoveyê de, beriya çend rojan li gundê Mezra Banî yê Dêrikê heman çekdaran Feremez Ebdulkerîn Hacî Ebdî revand. Hoşeng Semgemor endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê ji ARKê re tekez kir ku Sîpan Hemo serpireştiya revandina Feremez kir.