ENKSê: Armanc ji kiryarên PYDê pûçkirina danûstandinan e

ENKSê: Armanc ji kiryarên PYDê pûçkirina danûstandinan e

PDK-S: Emîndariya giştî ya Emcûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, duh 18ê Tîrmehê 2021ê, daxuyaniyek derbarê revandina çekdarên PYDê ji endamên Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya li Rojavayê Kurdostanê belav kir tê de banga serbestberdan bilez kir.

Daxuyaniya ENKSê wiha hatiye: Tevî bangên rêheval û aliyên civakî û rewşenbîrî bo cîbicîkirina seqagîriya siyasî û civakî di herêmên kurdî bi serxistina diyalogê û gihiştin bo rêkeftineke kurdî kurdî, dîsa ewlekariya PYDê û li berûbajî wan bangan, dilgiranî û nerihetiyê berbelav dike di rêya binçavkirin û revandina endamên PDK-Sê ku ew partî endamek di ENKSê de ye, û her yek ji:

Mihemed Salih Ehmed endamê encûmena herêmî ji Çil Axa, Mihemed Eyo endamê desteya rawêjkarî ji Qamişlo, Ezedîn Mehmûd endamên encûmena şaxî ji Qamişlo û Berzan Husên endamê encûmena şaxî ji Girkê Legê bi şêweyekî tirsandinê û li dijî hêsantirîn prensîpên mafê mirovan di şeva 17ê mehê de revandin herweha girtin ser mala serkirde di partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya de Weys Şêxî li bajarê Kobanê, serbarî revandina endamên PDK-Sê Feremez Ebdulkerîm ji Dêrikê û Ebdulxefar Mihemed ji navçeya Çil Axa beriya demekê ku hîn jî çarenivîsa wan ne diyar e.

ENKSê da zanîn: Binçavkirina van çalakvanan bi vê şêweya bêserbûr weke sifkatî bi raya giştî û çespandinek ji stemkarî û zordariya nerîna aliyê din re tê, armanc jê pûçkirin û hilweşandina danûstandinên ku hêvî li ser hatine danîn, ku amedekarî ji bo destpêkirinê jê re hatibûn kirin û hêvî bo gihîştin ji rêkeftinekê helwêsta kurdî bike yek di vê dema hestiyar û girîng de hatibûn danîn, herweha kiryarên girtin û revandinê weke veşartinekê li ser rewşa gendelî û bêzariya şêniyên kurd ji ber rewşa xerab ya bijêwa rojane tê, ew yek jî rewşên qirkirina siyasî û atengkirina azadiyên giştî zêde dike.

ENKSê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku di dema kiryarên binçavkirinê şermezar dike, di heman demê de kar li ser dabînkirina keşûbayên erênî dike da ku asta êş û azarên welatiyan kêm bibe, herweha bang li rêxistinên mafperwerî û fermandariya QSDê û serpireştiyarê Emerîkî dike ku sînorekê ji van binpêkirinan re deynin û hemû girtiyan serbest berdin û bi prensîpên mafê mirobvan û azadiya nerîn û derbirînê weke bingeheke serekî bi cîbicîkirina ewlkarî û seqamgîriyê pabend bin.