Şandeke PDK-Sê seredana nivîsgeha Pêşverû li Dêrikê kir
PDK-S:Di çarçoveya bihêzkirina peywendiyan di navbera herdu aliyan de.
Roja çarşembê 28.07.2021. şandeke Partiya Dîmuqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê seredana nivîsgeha Partiya Pêşverû li Dêrkê kir.
Şanda PDK-Sê ji Hisên Silêman û Ebid Elrehman Qasim endamên komîta navendî û Ahmed Sofî endamê encûmena herêmî ya PDK-Sê pêk dihat.
Şanda PDK-Sê ji aliyê serkirde û kadirên Partiya Pêşverû ve hatin pêşwazî kirin.
Di wê civînê de dawîn pêşhateyên siyasî hatin gengeşekirin.