Naveroka civîna nûnerên ENKSê bi şandeke balyozxaneya Elmanî re

Naveroka civîna nûnerên ENKSê bi şandeke balyozxaneya Elmanî re

PDK-S: Nûnerên ENKSê di Hevpeymaniya Niştîmanî ya oposizyona Sûriyê de, duh 15ê Tevaxa 2021ê, civînek li Turkiyê bi şandeke balyozxaneya Elmanî re li dar xist.

Di civînê de dawîn rewşa Sûriyê, asoyên çareseriyê kirîza Sûriyê, li gorî biryarên navdewletî, rewşa dawî ya Derayê û dorpêçkirina wê gotûbêj kirin.

Her di civînê de, mijara vegera derbiderên Efrînê, û astengiyên têne pêşiya wan hate gengeşekirin, herweha tekezî li ser pêşkêşkirina alîkariyan ji malbatên vedigerin re, kar li ser dabînkirina mercên aram bo vegera derbiderên Serê Kaniyê, û Efrînê, û vegerandina mal û mulkên wan hat kirin.

Nûnerên ENKSê ku ji Dr. Ebdulhekîm Beşar, Dr. Zuhêr Mihemed û Ebdulah Gedo pêk dihat, daxwaz ji şanda Elmanî kir ku fişarê bixin ser PYDê de da ku rê bide derbiderên Efrîn û Serê Kaniyê vegerin warên xwe.

Li aliyekî din, civînê ameje bi binpêkirinên PYDê, û nepabendbûna wan bi mercên berdewamiya danûstandinên kurdî, weke cûdabûn ji PKKê, leşkeriya neçar, sîstema xwendinê, rawestandina revandina çalakvan û kuştina wan serbarî diyarkirina çarenivîsa wan kir.

Herweha daxuyaniyên QSDê û destêwerdana wan di karûbarên hundirîn ya herêma Kurdistanê de, û piştevaniya wan ji PKKê re li ser hate rawestandin.

li ser rewşa bajarê Hesekê, tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina rawestindna wêstgeha Elûk û dîtina çareyekê ji birîna avê li ser şêniyên Hesekê hat kirin.