Qamişlo .. Emîndariya Giştî ya ENKSê wê xwenîşandanekê li dijî PYDê lidar bixe

Qamişlo .. Emîndariya Giştî ya ENKSê wê xwenîşandanekê li dijî PYDê lidar bixe

PDK-S: Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê emîndariya giştî ya ENKSê wê xwenîşandaneke nerazîbûnê li dijî PYDê li darbixe .

Di vexwendnekê de emîndariya giştî ya ENKSê daxwaz ji gelê kurd kir, ku beşdariyê di xwenîşandana nerazîbûnê ku roja Înê 24. 09 .2021, li bajarê Qamişlo were lidarxistin bikin .

Li gorî ku di vexwendina emîndariya giştî ya ENKSê de hatiye, ku ewê roja Înê xwenîşandaneke nerazîbûnê li dijî biryar û kiryarên PYDê û siyaseta ku li Rojavayê Kurdistanê dimşîne ji girtin û revandin , sepandina bacan , cîbcîkirina biryara 119, bilindkirina nirxê nan û astangkirina jiyanê li tevaya navçeyên kurdî lidarbixe û daxwaz ji gelê kurd kir ku peşdariyê di vê xwenîşandanê de bikin .

Xwenîşandan roja Înê 24. 09. 2021, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li pêşiya baregeha Netewên Yekgirtî demjimêr 5 Esrê wê were lidarxistin .