Salvegera 5an ya şehîdbûna pêşmerge Dr. Silêman Çirokaya

Salvegera 5an ya şehîdbûna pêşmerge Dr. Silêman Çirokaya

PDK-S: 5 sal li ser şehîdbûna pêşmerge Dr Seîd. Cirokaya ku bi Dr. Silêman dihat naskirin derbas dibin, ku di encama teqîna mayînekê ji paşmayên DAIŞa teroro jiyana xwe ji dest da û şehîd bû.

Dr. Silêman Çirokaya, di nava hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de wekû pisporekî bi karê pûçkirin û jinavbirina mayîn, TNT, û teqemeniyan çandî radibû, bi sedan ji mayînên ku bi destê rêxistina DAIŞê hatibûn çandin ji nav birine, û mil bi mil bi hêzên pêşmerge re rênîşander bû.

Dr. Silêman Çirokaya ku bi koka xwe ji Bakurê Kurdistanê ye, dema terosîtên DAIŞê sala 2014an de êrîşî herîma Kurditanê û hêzên Pêşmerge kiriye, weke erkekî niştîmanî ji cihê nişteciya xwe li Elmaniya berê xwe da herêma Kurditanê û weke xwebexş di nava pêşmergeyan de cihê xwe girt û jinavbirina mayînan piştî derxistina terorîstan ji her bajar û xalekê xiste stûyê xwe.

Di 26ê Cotmeha 2016an de, de li gundê Tîsxirabê mezin li eniya Başîqa, dema li ser erkê xwe bû mayînek pê de teqiya di encamê de bi tundî birîndar, yekser bi balafirekê ji bo nexweşxaneyên Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê hate veguhestin, piştre ji bo nexweşxaneyên Elmaniya hate şandin da ku çareseriya tendiristî jê re were kirin, Lê ji ber birînên xwe di 30yê heman mehê de çû ber dilovaniya Xwdê û şehîd bû.

Şehîdê Pêşmerge Dr. Çirokaya ji dayîkbûyê 1968an e ji gundê Çilkaniyê yê bi ser BîNgula Bakurê Kurdistanê ve ye, hilgirê regeznamaya Elmanî bû, piştî termê wî bo herêma Kurdistanê hat veguhestin, carek din ji bo bakurê welêt hat birin, di 8ê Çileyê li zêde xwe bi pêçandina ala Kurdistanê, bi merasîmeke hêja û mezin û beşdariya partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê herweha bi hezaran ji şêniyên deverê bi xakê hat spartin.