Israîl baregehên Rêjîmê li Başûrê Şamê armanc kirin

Israîl baregehên Rêjîmê li Başûrê Şamê  armanc kirin

PDK-S: Artêşa Israîlê careke din baregehên rêjîma Esed û milîsên bi ser hêzên Îranê li başûrê paytexta Sûriyê kire armanc , û di encamê de sivîlek birîndarbû .

Rewangeha Sûriyê ya mafên mirovan ragehand, ku berbanga roja Înê 10. 06. 2022, balefirên şer yên Israîlê bi mûşekan baregehên leşkerî yên rêjîma Sûriyê û milîsên bi ser hêzên Îranê li başûrê Şamê armanc kirin û di encamê de welatiyekî sivîl birîndarbû , serbarî rûdana ziyanên madî li heman deverê.