Biryar e gereke nû ji Danûsandinên Astana birêve biçe
PDK-S: Biryare di nîvê vê mehê de gereke nû ji danûsandinên Astana ya derbarê Sûriyê li bajarê Nûr Elsiltan li Kazaxistanê birêve diçe .
Roj Pêncşemê 04. 11. 2021, Muxtar Tilo Bêrdî wezîrê derve yê Kazaxistanê ragihand, ku li ser daxwaza welatên gerentor Tirkiyê , Rûsiya û Îran , gereke nû ji danûstandên Astana ya derbarê Sûriyê , di nîvê meha 12. 12. 2021 de wê were lidarxistin .
Di dawîn gera danûstandinên Astana, ku gera 16an bû , têde mîkanîzma gihandina alîkariyên mirovî bo nava xaka Sûriyê , û dûbare destpêkirina karê komîteya distûra Sûriyê gotûbêjkirin , bê ku bi tu derencaman derkevin .