Çekdarên PYDê 3ê endamên PDK-Sê serbest berdan

Çekdarên PYDê 3ê endamên PDK-Sê serbest berdan

PDK-S: Piştî çend heyvan ji revandinê û çarenivîseke nediyar, çekdarên PYDê, sê ji endamên Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya ji zîndanên xwe serbest berdan.

Rêvebriya PYDê duh 5ê Cotmeha 2021ê her ji:
1- Mihemed Deham Eyo, endamê Desteya Rawêjkariya Partiy Demoqrata Kurdistan – Sûriya
2- Mihemed Ehmed Salih Endamê encûmena herêmî ya Partiy Demoqrata Kurdistan - Sûriya.
3- Barzanî Husên, endamê Encûmena şaxî ya PDK-Sê serbest berdan.

Mihemed Deham Eyo ku ji bajarê Qamişlo, herweha Mihemed Ehmed Salih ji gundê Abirê yê Dêrikê û Barzan Hisên ji navçeya Girkê Legê yê Dirêkê di 17 meha Tîrmeha 2021ê bi tometên dûr ji rastiyê hatibûn revandin, duh serbest hatin berdan.

Herweha Rojnamevan Ezedîn Mela, endamê Encûmena Şax ya Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriyê li bajarê Qamişlo di heman dîrokê de hatibû revandin di 4ê Tebaxê de serbest hat berdan berda.

Ji bilî navbûrî, her yek ji Ebdulxefar Mihemed endamê encûmena herêmî di xwecihiya şehîd Nesredîn Birik de ku di 21 Nîsa 2021ê de hatiye revandin, û Feremez Ebdulkerîm Hacî Ebdî ku endamê Encûmena Şaxî ya PDK-Sê ye di 13ê Tîrmeha 2021ê hatine revandinta niha tu agahî li ser wan tune ne, ev yek di demekê de tê ku lîsteya ENKSê ya navên revandiyan pêşkêşî fermandariya QSDê kiriye tu zanyarî tune ne, navên di lîsteyê ev in:
1- Serkirde Behzad Dorsin, Endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriya-Di 24.Cotmeha.2012an li gundewraê Dêrikê hatiye revandin.

2- Çalakvan Nîdal Osman- Di 24 Cotmeha .2012an li gundewraê Dêrikê hatiye revandin.

3- Parêzer Idrîs Elo-Endamê Rêxistina Efrînê ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriya-Di 08 Mijdara .2011an li Efrînê hatiye revandin.

4- Ehmed Sîdo- Endamê Rêxistina Efrînê ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriya-Di 09.Cotmeha 2013an li taxa Şêx Meqsûd a Helebê hatiye revandin.

5- Fûad Ibrahîm-Endamê Xwecihiya Dêrikê ya ENKS-Di 2 Adara .2017an li gundewraê Dêrikê hatiye revandin.

6- Çalakvan Emîr Hamid-Endamê Rêxistina Soz ya Ciwanên Kurd-Di 11 Çileya .2014an li Dirbêsiyê hatiye revandin

7- Cemîd Bavê Adil-Di 13.Tîrmeha.2012an li Qaimşlo hatiye revandin.

Tevî ku danûstandin navbera ENKSê û PYNKê de dest pê kirine û diyarkirina çarenivîsa girtî û revandiyan merceke serek ye li cem ENKSê ji bo serxistina danûstandinan lê rêveberiya PYDê wê mercê paşguh dixe û ta niha li ser nediyarkirina çarenivîsa girtiyan rijd e.