Mesrûr Barzanî bi helkefta roja cîhanî ya nehîştina tundiyê li dijî jinan peyamek belav kir
PDK-S: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta roja cîhanî ya nehîştina tundiyê li dijî jinan peyamek belav kir:
Di roja cîhaniya nehêştina tundûtîjiya dijî jinan û destpê kirina hemleya 16 rojî ya bo rûbirû bûna tundiya dijî jinan de, pêbendiya hikûmeta herêma Kurdistanê, bi domandin û piştîvanî kirina mafên jinan û nehêştina her cure tundkariyeke zayindî û bi taybetî nehêştina tundûtîjiya dijî jinan diyar dikin.
Hikûmeta herêma Kurdistanê kar bo afirandina derfeteke goncaw ku têde jinan parastî bin û pêşde biçin, bi awayek ku bikaribin bi jêhatîbûna xwe weke bikereke sereke di tevahiya warên civakî li Kurdistanê de beşdar bin.
Hikûmeta herêmê pêbende bi parastin û berevanî kirin ji mafên jinan û bihêz kirina pêgeha wan di nava hikûmet, civak û pere pêdana çanda rêz girtin ji bingehên mafên mirovan, yeksanî, dadmendiya civakî û nehêştina tundkariy bi tevahiya cureyên xwe ve li ser esasê zayindî
.
Lewma daxwaz ji tevahiya aliyên têkildar û bi taybetî dezgehên perwerdehiyê nava hikûmet û derveya hikûmet, saziyên medenî, dezgehên olî û navendên çapemeniyê dikim daku hevkar û alîkarên hikûmetê bin û rola xwe ya girîng bo pêşde birina çanda lêbûrînê û hişmendiya civakî, nehêştina tundkarî û toreyên negoncaw yên civakî bilîzin, jiber ku rûbirû bûn û nehêştina tundkariyê erkê tevahiya civakê ye û lazime tevahiya me hewl bo nehêştina ev diyardeya derşaristanî bidin.
Hêvî dikim herêma Kurdistanê bi hevkariya tevahiya aliyan mînakek geş bo parastina mafên mirovan bi giştî û nehêştina tevahiya cureyên tundkariyê be bi taybetî tundkariya li ser esasê zayindî.
Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
25ê Mijdara 2021an