Xwecehiya Amûdê ya ENKSê semînareke derbarê nexweşiya Kuvara Reş birêkxistin kir
PDK-S: Xwecehiya Amûdê ya ENKSê semînareke pizîşkî derbarê nexweşiya kuvarka Reş ango Fitir Eleswed û peywendiya wê bi vayrosa Koronayê re birêkxistin kir.
Roja Înê 26 Mijdara 2021, bi amebûna rewşenbîr û endamên xwecehiyê, encûmena xwecehya Amûdê a Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê li baregeha xwecehiyê semînareke pizîşkî derbarê nexweşiya kuvarka Reş û peywendiya wê bi vayrosa Korornayê re birêkxistin kir, û semînar ji aliyê diktor Ebdulqadir Emo pisporê nexweşiyên navxweyî ve hate pêşkêşkirin.
Têde behsa nexweşiya kuvarka Reş û nîşanên wê û rênmayên xweparastinê û çawaniya pêketinê bi Kovara Reş û peywendiya wê bi nexweşya vayrosa Koronayê ya Cîhanî re kir.