Emerîka: Malbata Esed binpêkirin dermafê tevaya malbatên Sûriyê de encamdane

Emerîka: Malbata Esed binpêkirin dermafê tevaya malbatên Sûriyê de encamdane

PDK-S: Nûnera Emerîka di Netewên Yekgirtî dibêje, ku binpêkirinên malbata Esed bandor li tevaya malbatên Sûriyê kiriye.

Lînda Tomas Girinfîld nûnera Emerîka li Netewên Yekgirtî dibêje malbata Esed binpêkirin dermafê tevaya malbatên Sûriyê de encamdane, û bi taybetî helmetên binçavkirina hovane û eşkencedanê.

Herweha Lînda Tomas got, ku tevaya Sûriyan şayisteyên dadweriyê ne, bi taybetî bi sedan hezar sûryên ku bûne qurbaniya siyaseta rêjîma Esed, û pêwîste civaka Navdewletî karê cidî derbarê binpêkirinên rêjîma Esed bike, û encamder werne sizadan, û dadwerî li Sûriyê berqerar bibe .