Rêxistina Hewlêrê ya PDK-Sê nûçeya koçkirina Kesayetiya Niştîmanperwer Ebdulhelîm Taha belav kir

Rêxistina Hewlêrê ya PDK-Sê nûçeya koçkirina Kesayetiya Niştîmanperwer Ebdulhelîm Taha belav kir

PDK-S: Îro Sêşemê 07. 12. 2021, rêxistina Hewlêrê ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriyê PDK-Sê nûçeya oxirkirina kesayetiya Niştîman perwer û welatparêz Ebdulhelîm Taha Mihemed Eelî blavkir, û têde dibêje bi xemgîniyeke mezin em nûçeya koçkirina kesayetiya Niştîman perwer welatparêz Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriyê PDK-Sê di temenê 73 salî de piştî rûbirûbûna nexweşiyeke giran li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê radigihînin .

Rêxistina PDK-Sê serbar kir û got , xebatkar û kesayetiya Niştîman perwer Taha Mihemed Eelî tevaya jiyana xwe di kar û xebatê diber rêbaza Barzanî nemir û di nava rêzên Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriyê PDK-Sê de terxankirbû.

Rêxistina PDK-Sê got bi vê bûneya xemgîn de em sersaxiyê ji xwe re ji heval û dost wî re re dixwazin û xwdê sebrê bide hemiyan .

Termê xwedê jê razî li goristana navçeya Behrikê ya bi ser Hewlêrê ve bixakê hat spartin.

Kesayetiya Niştîman perwer Ebdulhelîm Taha Mihemed Elî bavê Cimşîd ji bajarê Serê Kaniyê ye û danê Sbehê rêkefta 7 Berçleyê di temenê 73 salî de piştî rûbirûbûna nexweşiyek li nexweşxaneyeke Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê koça xwe ya dawî kir û çû ber dilovaniya xwedê .