Serokê ENKSê semînarek derbarê dawîn pêşveçûnan pêşkêşkir

Serokê ENKSê semînarek derbarê dawîn pêşveçûnan pêşkêşkir

PDK-S: Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê semînarek derbarê dawîn pêşveçûnên siyasî li ser qada Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî pêşkêşkir.

Roja Înê 10. 12. 2021, li ofîsa rojhilatê Qamişlo ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, û li ser vexwendina encûmena xwechya rojhilatê Qamişlo ya ENKSê Siûd Elmela serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê semînarek derbarê dawîn pêşveçûnên siyasî li ser qada Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî pêşkêşkir.

Siûd Elmela di semînarê de ronahî xiste ser dawîn pêşveçûnan de, û bi dirêjî li ser pêşveçûnên Rojavayê Kurdistanê rawestiya, û behsa kirîzên ku rastî kurdên Rojavayê Kurdistanê bûne kir.