PDK-Sê 2 mîn salroja koça dawiya xebatkar Ekrem Mela vejand
ْPDK-S: Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriyê PDK-Sê dwemîn salroja koça dawiya Ragehandkar, xebatkar û endamê desteya rawêjkarî yê PDK-Sê Ekrem Mela li ofîsa Qamişlo ya Ragehandkar vejand.
Di merasîma vejandinê de Mihsin Tahir gotina ENKSê pêşkêşkir , Naşat Zaza gotina PDK-Sê pêşkêşkir , gotina malbatê ji aliyê Qedrî Can Mela hate pêşkêşkirin , Mihemed Salih Ehmed gotina Sendîka Rojnamevanên Kurdistan-Sûriya pêşkêşkir , û gotina Yekîtiya Nivîskaran ji aliyê Luqman Yûsif ve hate pêşkêşkirin.
Xebatkar û endamê desteya rawêjkarî yê PDK-Sê Ekrem Mela di 17. 12. 2019an de di encama kirîza dilde li nexweşxaneyeke Şamê koça dawî kir.