PDK-Sê birûskeke sersaxiyê arasteyî Serok Barzanê û Serokê H.Kurdistanê kir

PDK-Sê birûskeke sersaxiyê arasteyî Serok Barzanê û Serokê H.Kurdistanê  kir

PDK-S: Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriyê PDK-Sê birûskeke behîdariyê arasteyî serok Barzanî û serokê Herêma Kurdistanê derbarî qurbaniyên lehiyê li Herêma Kurdistanî kir .

Roja Duşemê 20 Berçileya 2021an, Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriyê PDK-Sê derbarê diristbûna kareseta sirûştî li Herêma Kurdistanê, ku di encama lehiyê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn , birûskek behîdariyê arasteyî serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêmê kir.

Di birsûka behîdariyê de PDK-Sê serxweşî li serok Barzanî û gelê Kurdistanê bigiştî û malbatên şehîdan bi taybetî kir, û xwe bi hevbeşê xemê zanî, û daxwaz ji Xwedayê mezin û dilovan kir, . ku canê wan şehîdan bi behişta berîn şad bike û sebir û aramiyê bi hemû aliyekî bibexşe.