5 sal li ser şehîdkirina 3ê endamên PDKSê re derbas dibin

5 sal li ser şehîdkirina 3ê endamên PDKSê re derbas dibin

PDK-S: Tawana şehîdkirina sê ji endamên Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriyê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, yek ji tawanên ku di serdema PYDê de hatiye tomarkirin ku îro 5 sal li ser wê tawanê re derbas dibin.

Piştî ku PYDê bi zora çekdan sê ji welatiyên bitemen ji gundê Berbenê yê bi ser navçeya Raco ve, ji bo leşkeriya neçar birin, di fêrgeheke leşkeriya neçar de di bûyerek nezelal de hatin şehdîkirin. Di konê ku tê de bûn her yek ji Ezet Mihemed Xelîl 67 salî, Ebdo Mihemed Hebeş 52 salî û Muhsin Mihemed 42 salî li gundê Til Ecar yê bi ser Ezazê ve, hersê endamên PDK-Sê jiyan xwe di bûyereke şewtandinê de ji dest dan û şehdîb bûn, bê ku berpirsên PYDê di wê demê û ta niha hûrguliyên tawanê diyar bikin.

Di vê derbarê de yek ji kurên şehîd Ezet Xelîl ji ARKê re tekez kir û got PYD û PKKê di ber kuştina wan de berpirs in, ku çawa 3 kes di yek konê de de bişewitin bê ku kesek bi hawara wan ve biçe û wan rizgar bike.

Jêderê piştrast kir ku aramnkirina Ezet Xelîl, Mihemed Hebeş û Muhsin Mihemed bi mebest bû, ji ber ku leşkeriya neçar red dikirin û şehîdkirina wan weke tolhidanê bû, beriya bibin leşkeriyê gelek caran digirtin ser gundê Berbenê û ew daxwaz dikrin leşkeriya neçar, her car jî wan red dikirin tevlî bibin, dîsa jî dawîn car temenê wan yê mezin nebû sedem ku ji leşkeriyê biborînin û tevlî kirin.

Piştî encamdana tawanê, kesûkarên şehîdan banga radestkirina terman kir lê PYDê red kir terman radest bike, li goristanek dûr ji gundê Berbenê bi xak spartin.

Tê zanîn ku ev tawan ne ya yekê ku di serdema PYDê de li Efrînê li dijî PDK-Sê û ENKSê û alîgirên rêbaza Barzaniyê nemir hatine encamdan, bi dehan komkujî û tawan di dermafê şêniyên Efrînê de pêk anîn.