Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Kirîstiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dike

Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Kirîstiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dike

PDK-S: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Jidayikbûna Hezretî Mesîh, peyameke pîrozbahiyê arasteyî tevahiya Kirîstiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û tekezî li pêşvebirina kultura pêkvejiyana pêkhateyên Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya jidayikbûna Hezretî Mesîh (silavên Xwedê lê be), pîrozbahiyê li tevahiya Kirîstiyanên Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im rojên cejnê di xweşî, şadî û aramiyê de derbas bikin.”

Herwiha di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat: “Bi vê boneya pîroz de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dubare dike ku ew di pêşvebirina kultura pêkvejiyana aştiyane, lêborîn û parastina mafên tevahiya pêkhateyên Herêma Kurdistanê de berdewam dibe.”