Şandeke PDK-Sê serdana kenîseya Siryanî, û Kenîseya Yekîtiya Mesîhî ya Incîlî kir

Şandeke PDK-Sê serdana kenîseya Siryanî, û Kenîseya Yekîtiya Mesîhî ya Incîlî kir

PDK-S: Roja Şemiyê 25 Berçileya 2021an, bi helkefta cejnên serê sala zaynî û ji daykbûna pêxember Îsa şandeke Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriyê PDK-Sê bi serokatiya Hisên Silêman û Ebdulrehman Qasim endamên komîteya navendî ya PDK-Sê bi cuda serdana encûmena Milî ya Xiristiyan, û kenîseya Yekîtiya Xiristiyana Incîlî kir .

Di herdu serdanan de şanda PDK-Sê pîrozbahiya serê sala zaynî û jidaykbûna hizreta Mesîh li wan kir.