Baba Fransîs: Ev e 10 salin şer li Sûriyê berdewam e

Baba Fransîs: Ev e 10 salin şer li Sûriyê berdewam e

PDK-S: Bi helkefta cejna sersala zaniynê Bapayê Vatîkan nameyek aştiyê belav kir, û têde behsa karesetên ku hatine rûdan li seranserî Cîhanê kirin .

Bapayê Fransîs di nameya xwe de behsa rewşa Sûriyê kir, û got ku eve bêhtir ji 10 salane û Sûriyê di şer de dijî, û di encamê de jimareyek mezin bûne qurbanî û derbeder û koçber bûne .

Bapayê Vatîkan di heman nameya xwe de got pêwîste êş û azar û derdeseriya koçber , penaber , girtiyên siyasî û jinên ku bûne qurbaniyên tûndutujiyê neyên paşguhxistin .