Di encama êrîşeke Îsraîlê de li ser bendera Laziqiyê şewat û zirarên madî mezin ketin
PDK-S: Îro Sêşemê 28 Berçileya 2021an, bendereke Sûriyê ji aliyê Îsraîlê ve hat armanckirin û di encamê de zirarên madî mezin ketin.
Bendera bajarê Laziqiyê li berava Sûriyê ji aliyê Îsraîlê ve hat armanckirin û di encamê de şewateke mezin û zirarên madî mezin ketine û hîn jî agir vêketiye û nehatiye kontirolkirin.