Rêxistina Amûdê ya PDK-Sê semînarek li ser koçbaririna Nemir Idrîs Barzanî lidar xist
PDK-S: Bi bûneya derbasbûna 35 sal li ser koçbarkirina , pêşmerge, endeziyar û têkoşerê kurd nemir Idrîs Barzanî , Roja Duşemê 31 Çileya 2022, rêxistina Amûdê ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê semînarek li ser rol û kar û xebata nemir Idrîs Barzanî û bi amedebûna kesayetên siyasî , rewşenbîrî û endam û alîgirên PDK-Sê li nivîsgeha xwe li bajarê Amûdê li darxist.
Semînar ji aliyê Dijwar Tewfîq endamê encûmena Şaxî ya PDK-Sê hat pêşkêşkirin .
Semînarê bi awayekî berfere ser dîrok û xebata têkoşerê kurd nemir Idrîs Barzanî û mêrxasî û qehremaniya wî di ber doz û azadiya miletê kurd anî ziman.