YNKS daxuyaniyek derbarê revandina medyakaran û astengkirina azadiya rojnamegeriyê derxist

YNKS daxuyaniyek derbarê revandina medyakaran û astengkirina azadiya rojnamegeriyê derxist

PDK-S: Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya revandina du mediyakarên kurd û astengirina karê rojnamegeriyê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê milîsên PYDê ve bi tundî şermezar kir, û daxwaza serbestberdana wan bi lezgînî kir.

Roja Sêşemê 08. 02. 2022, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya daxuyaniyek derxist, têde revandina herdu mediyakarên kurd Sebrî Fexrî peyamnêrê ARK T.V û Bawer Mela Ehmed peyamnêrê malpera Yekîtî Mîdiya bê diyarkirina sedemên revandinê û astengirina karê rojnamegeriyê û daxistina nivîsgehên kenalên Kurdistan 24 û Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê milîsên PYDê ve bi tundî şermezar kir û daxwaza serbestberdana herdu medîkaran kir.

Di dawiyê de Nivîskarên Kurdistan Sûriya ev hilmeta revandina mediyakaran û kiryarên neberpirsyar şermezarkirin û daxwaza rêzgirtinê li zagon û perensîpên Navdewletî û pabendiyê bi peymanên parastina mafê mirov dikin kir, û daxwaz kir yekser herdu medyakarên revandî serbest werin berdan û rê li pêş karê rojnamegeriyê ji bo veguheztina êş û azarên gel ji bo raya giştî ya Kurde û Cîhanî were vekirin.