Raporta siyasî ya PDK-Sê ya heyva Çileya 2022yan

Raporta siyasî ya PDK-Sê ya heyva Çileya 2022yan

PDK-S: Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, raporta xwe ya siyasî ya heyva Çileya 2022yan belav kir, weke her car dawîn pêşhate li ser asta Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê, herêma Kurdistanê, Îraqê, û cîhanê gotûbêj kiriye.

Raporta siyasî ya meha bûrî bi bûyerên zîndana Giwêran ya Hesekê û liv û tevgera DAIŞA teror dest pê kiriye, tê de ragihandiye ku cihê seyr û metmyiyê ye ku êrîş di 20î meha Çielya îsal de li ser zîndanê Sîna ya taxa Giwêran ku weke tê ragihandin 5000 terorîst tê de ne, û bi hemahengî bi wan terorîstan re êrîs dest pê kir, bi xwe re gelek pirs anîn holê, wek: Çawa êrîş hate encamdan, çawa çek gihîştin destê wan, çawa hejmarek mezin ji terorîstan karîbûn birevin, çawa liv û tevgera DAIŞiyan di zîndanê de hevdemê liva wan li Sûriya û Îraqê de hin deverê din bû. Lê li gorî agahiyên hatine û şopandin û xwendina rewşê, diayr dibe ku bi pilanek tund ku gelek alî tê de beşdar in herweha bi xerqekê hatiye encamdan, ku tilî û pêçiyên tometê berev her yek ji welatên Asîtana û Sotşî weke Rûsiya, Turkiyê û Îranê diçin, serbarî rêjîma Sûriyê da ku fişarê li ser PYDê û welatên hevpeyamiyê bike, herweha fişarê li ser jiyan siyaî li Îraqê bike, ji ber ku alîgirên wan di hilbijartinan de bi paş ketin, lê encam berûvajî bûn, Emerîka hebûna xwe bihêztie dike û karîbû Elqureşî mîrê DAIŞê li parêzgeha Idlibê bikuje.

Derbarê Kirîza Sûriyê PDK-Sê anî ziman ku ked û karên Gêr Pêdirson ji bo lidarxiatina civînên komîta destûrî nehatin serkeftin, her yek ji rêjîm û opozisyonê red kirin, nexasin rêjima ku nexwaze di rêya sîyasî re kirîz, çareser bibe, ew yek rewşê zêde zêde têk dibe, nerazîbûnên li Swêdaya tekeziyek li ser wê yekê, herweha opozisyona Sûriyê pişniyara Pêdirsin ya bi navê gav bi gav red kir, diyar dike ku çaresiya siyasî êdî berev rêyeke girtî ve diçe, li aliyekeî din jî ked û karên dubare rêxistinkirina opozisyiona Sûriyê di rêya hevdîtin û semînarên li Dewheyê li dar ketine, berdewam in.

li ser mijara herêma Kurdistanê, PDK-Sê da diyarkirin ku rikberî navbera PDK û YNKê de li ser posta serokatiya Îraqê berdewam e, tevî ku PDKê bi nermî û serdêrî û teqmul kir lê YNKê li ser helwêsta xwe di wergirtina wê postê de rijd e.

Derbarê Rojavayê Kurdistanê, PDK-Sê da xuyakirin ku êş û azar şêniyên kurd ji ber bêkarî û bilindbûna nirxê kelûpelan û sûtemeniyê û nebûn û kêmbûn kerstan berdewam e, herwha êş û derdeserî li her yek ji Efrîn û Serê Kaniyê û Girê Spî zêdetir in, binpêkirin ji revandin û girtinê nehatine rawestandin, herweha deverên hevsînor bi Turkiyê herdem rastî êrîşên bêserûber tên bê ku sînorek hebe.

PDK-Sê di dirêjahiya raporta xwe ya siyasî de tekez kir ku di ser vê reşwa xerab de, hêzên ser bi PYDê ve, asta astegkirina aliyên siyasî yên ne li gorî wê nexasim partiyên ENKSê zêde kiriye, rê li ber rojnamevan û dezgehên rojnamegeriyê tevgav kiriye, wek Kurdistan 24, di vê dawiyê de nehiştina berdewamiya karê Rûdaw li Qamişlo, herweha revandin û îşkencedana wan rojnamevana, ku rojnamevan Bawer Mela Ehmed serbset berda, ku hîn jî çarenivîsa Sebrî Fexrî nûçegîhanê me ne diyar, ku ev kiryar cihê daxê û şermezariyê ne.