Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta salvegera damezrandina Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta salvegera damezrandina Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê

Peyama Serok Barzanî ya li helkefta salvegera damezrandina Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta salvegera şêst û nehemîn salvegera damezrandina her du rêxistinên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî her du Sekreteriyeta Qutabiyan û Lawan û hemû qutabî û lawên xweşdiviyê Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.

Her du rêxistina Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê, her li destpêka damezrandina wan ve heta niha li qonaxên xebata gelê me da cihê pêgihandin û perwerdeya Kurdayetî û niştimanperwerî û hişyariya neteweyî bûne û li wê rêyêda qurbaniyê dane û kedeke wan yê mezin heye.

Di dema niha de jî pêwîste qutabî û lawan ji berê zêdetir destketiyên bihayên bilindên xebat û Kurdayetiyê bin û ji êrîş û gefan bêhêvî nebin. Kar ji bo pêşxistina çanda pêkvejiyan û firehiyê li Kurdistanê bikin. Heman demê de jî bi zanist û fêrbûn û çalakiyên medeniyane xwe pirçek bikin û bibin beşeke girîngê karwana pêşketin û bihêztirbûna welatê me û wî dewlemendtir bikin.

Dubare ev helkeft li hemû lawan û qutabiyên ezîz pîroz bê û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî
18.02.2022