Encûmena Xwecehiya Şehîd Nesredîn Birhik civîna xwe ya normal lidar xist

Encûmena Xwecehiya Şehîd Nesredîn Birhik civîna xwe ya normal lidar xist

PDK-S: Roja Înê 25 Sibata 2022an, encûmena xwecehiya şehîd Nesredîn Birhik ya ENKSê civîna xwe ya normal lidarxist û li ser rewşa siyasî gotûbêjîkirin.

Encûmena xwecehiya şehîd Nesredîn Birhik ya Çil Axa û Aliyan ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê civîna xwe ya normal ya meha Sibatê li nivîsgeha encûmena xwecehiyê li bajarokê Çil Axa yê bi ser Dêrkê ve lidarxist têde rewşa siyasî li deverê bi giştî û ya kurdî bi taybetî hate gotûbêjkirin û raportên nivîsgehên encûmenên xwecehiyê û şaxê wan hatin xwendin herweha becsa helkeftên meha Adarê kirin.