U.S. Embassy Damascus: Adar meha dadgehkirinê ye li Sûriyê

U.S. Embassy Damascus: Adar meha dadgehkirinê ye li Sûriyê

PDK-S: Balyozxaneya Emerîkî li Şamê dibêje meha Adarê meha sizadanê ye li Sûriyê.

Bi boneya nêzîkbûna salvegera destpêkirina şorşa Sûriyê, balyozxaneya Emerîkî li Sûriyê tuytek li ser malpera xwe ya fermî belavkir têde got, ku di heyama 11 salên derbasbûyî de serokê rêjîma Sûriyê tawanên dijî mirovahiyê li dijî gelê Sûriyê encamdaye û ewê ronahî bixin ser çawaniya şopandina civaka Navdewletî û xelkên Sûriyê li ser dêvçûnê di wan tawanan de.

Balyozxaneya Emerîkî li Şamê serbarkir, ku dem hatiye ji bo sizadana rêjîma Sûriyê û di vê mehê de dê serokê rêjîma Sûriyê Beşar Elased were sizadan.