Hevpeymanya Niştîmanî: Piştevaniya rêjîmê ji êrîşa Rûsiya ser Ukraniya nûneratiya Sûriyê û gelê wê nake

Hevpeymanya Niştîmanî:  Piştevaniya rêjîmê ji êrîşa Rûsiya ser Ukraniya nûneratiya Sûriyê û gelê wê nake

PDK-S: Hevpeymanya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Opozisyona Sûriyê daxuyaniyek derbarî dengdan û biştgiriya rêjîma Esed ji êrîşa Rûsiyê ser Okraniyayê bealv kir û têde ev êrîşa dijminane bo ser Okraniya îdane û şermezar kir, û got piştevaniya rêjîmê ji vê êrîşê re nûneratiya Sûriyê û gelê wê nake .

Daxuyaniyê serbar kir û got ji destpêka operasyona Rûsî bo ser Okraniya û Opozisyon piştevaniya Okraniya û gelê wê dike ji ber ku ev êrîş êrîşeke dijminaneye û binpêkirineke ji serweriya welatekî serbixwe û endam di Netewên Yekgirtî de, ku bû sedema xirabûn û wêrankirina jiyana miletemê ewleh.

Û tekezî li ser nerewatiya rêjîma Esed kir, û got dengdana rêjîma Sûriyê di Netewên Yekgirtî de li dijî îdane û şermezarkirina êrîşa Rûsya bo ser Okraniya bi tenê dengdanek bi ser Beşar Esed serokê rêjîmê ye bi tû awayekî ev biştevanî nûneratiya Sûriyê û gelê wê nake .